У нас вы можете посмотреть бесплатно Meral Daniş Beştaş: Baweriya gel ji hikûmetê tune ye или скачать в максимальном доступном качестве, видео которое было загружено на ютуб. Для загрузки выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием видео, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru
Rojnameya Xwebûn bi awayeke azad xebatên xwe yên rojnamegeriyê didomîne. Hûn jî li ser platforman dikarin Xwebûnê bişopînin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Ji bo çareserî pêş bikeve xwestibû meclisa Tirkiyeyê bi tevlêbûna hemû partiyan komîsyonê ava bike. Di 5ê tebaxê de Komîsyona Xwîşk- Biratî, Demokrasî û Hevgirtina Mîllî ava bû. Komîsyonê heta niha 20 civîn pêk anîn. Li nûnerên saziyên civakî, partiyên siyasî û kesayetan guhdar kir. Herî dawî endamên komîsyonê çûn Îmraliyê û li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî guhdar kirin. Piştre partiyên ku di komîsyonê de cih digirin raporên xwe pêşkêş kirin. AKP, MHP û CHP di rapora ku pêşkêşî komîsyonê kirin de cih neda mafên neteweyî yên gelê Kurd û qanûnên li dûrî çareseriya pirsgirêka Kurd peşniyar kirin. Komîsyona meclîsê dê piştî serê salê raporeke hevpar amade bike û pêşkêşî komîsyona meclîsê bike. Komîsyonê ku civîna xwe ya 20an li darxist xebatên xwe 2 mehan dirêj kir. Ji niha û şûn de komîsyon dê li ser esasê amadekirina metna hevpar xebatên xwe bidomîne. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û endama komîsyonê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, li ser raporên ku partiyên siyasî pêşkêş kirin û xebatên komîsyonê nirxandin kir. Meral Daniş Beştaş diyar kir ku wan civînek gelek girîng li dar xist û got: “Akademîsyenan encamên nirxandinên di komîsyonê de hatin kirin kom kirin. Hiqûqnas, parazvanên mafên mirovan û kesên di komîsyonê de axivîn, li ser wekhevî, aştî û jibo edaleta siberojê axivîn û daxwazên xwe anîn ziman. Ev komîsyona ku hat avakirin ji bo me gelek girîng bû. Me di komîsyonê de diyar kir ku divê em li gorî nerîn û daxwazên civakê û gelan tev bigerin. Komîsyonê ji bo xebatê 2 mehên din dirêj kir. Ji ber ku hîn rapora hevpar ne amade ye. Ji bo nivîsa rapora hevpar komîsyoneke ku ji 5 kesan pêk tê hat avakirin. Ev komîsyon dê heta 5ê çileya 2026an adamekariya rapora hevpar bike.” Malper: https://xwebun.org Twitter: / rojnamexwebun Facebook: / xwebun Instagram: / rojname.xwebun