У нас вы можете посмотреть бесплатно Çi Hacet - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî или скачать в максимальном доступном качестве, видео которое было загружено на ютуб. Для загрузки выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием видео, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru
Mehbûb bi dil bit me bi evrazi çi hacet ‘Enqa bi xwe bêtin firr û perwazi çi hacet Ney dûr e hebîbê me çi firyad û fîxan kin Wê guh li demîra dil e awazi çi hacet Go suxte murada xwe ji min telbe ke îro Min go ji kerîm telbe û daxwazi çi hacet Min nale refîq în xem û tehlî ne musahib Firyadi enîsê min e demsazi çi hacet Dildan û newaziş çi ne duşnami bes în min Pir derd û cefa hurmet û i’zazi çi hacet Suhbet bi mey û çengi hebîbê me bivêtin Firyad û fixan mi ne bes sazi çi hacet Razên me çi hacet weku xemmazî bizanin Eşkên me bes in dîdeê xemmazi çi hacet Her lehze çi hacet ku bi nazan bikujî min Cana jixwe qurbanê te me nazi çi hacet Ta çendi bi hecra xwe tu min tecrîbe înî Zêrê ji xwe xalis mehek û gazi çi hacet Hacet niye cana yedê beyda bi deranîn Înkar di dîn da nebit î’cazi çi hacet Esrarê ezel dê di ebed bêne zuhûrê Encamê serencami ji axazi çi hacet Ger lûlûê mensûri ji nezmê tu dixwazî Wer şi’rê melê bîn te bi şîrazi çi hacet