У нас вы можете посмотреть бесплатно Rêzimana kurdî bı Sercivînre : RAWAYA FERMANÎ или скачать в максимальном доступном качестве, видео которое было загружено на ютуб. Для загрузки выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием видео, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru
**** Raweya Fermanî **** Ev Rawe bi alîkariya rayeka dema niha ya lêkerê û amraza raweye fermanî "bi" yê bikar tê an derdikeve holê. Di kurmancî de, fermanî tenê jibo kesê duyeme[(Tu, Hûn) di kesê yekjimar û kesê gelê jimar /pirjimar] heye. Fermanî bi paşinga kesane/Nîşandekên kesane ew jî ev in: _ E:Jibo kesê duyem yê yekjimar re. _IN: Jibo kesê duyem yê gelê jimar re. Emê mînak a bînin holê: =Ji bo yekjimar: Bike, bide, bistîne, bixwe, bigire, bigere, bibîne, biçe, bişo, bibe................ hwd. =Ji bo Gelejimar: bikin, bidin, bistînin, bixwin, bigirin, bigerin, bibînin, biçin, bişon, bibin.............. hwd. Em dibînin ku ev forma fermanî bi vî awayî avadibe: Berlêker/amraza fermanî +rayeka niha +nîşaneka kesane( NK) /an paşinga kesane (P.K). Mînak: 1-(Xwerû) avêtin dibe avêj Tu kevir bavêje. Hûn kevir bavêjin. +ketin = keftin dibe kev Tu bikeve. Hûn bi kevin. 2-(Pêkhatî) +daketin=daketin debe dakev Tu dakeve. Hûn dakevin. +vekirin dibe vek Tu derî veke. Hûn derî vekin. *Livir wek xwiya dibe ku di lêkerin pêkhatî de pêşgira lêkerê dikeve şûna amraza fermanî "bi" û wê davêje/derdixe dervî hevokê. ------------------------------------------ *Teşeya Neyînî ya fermanî: Bi alîkariya amraza neyîyê"me" çê dibe, ew dikeve şûna amraza fermanî "bi". Lê hîn jî kurdan amraza neyînî "ne" jî bikar tênin. Mînak: bireve (arîniye) dibe me reve. birevin = dibe mêrê in. Her wiha ne şaşe ku em bêjin: ne rev e an ne rev in belê di fermanî de durist tîrê ku em bêji: me rev e an me rev in. ** Têbînan ** 1-Eger tîpa dawiya raya lêkerê degdêrbe. Hîngî dawîniya fermanî yê ya yekjimar Înê "E" nayê/netê xebitandin. Mînak : Rader ajotin, rayek dibe "ajo". fermanî: bajo , bajon. şûştin rayek dibe şo. fermanî: bişo , bişon. 2-Eger raya lêkerê bi dengdêrekê dest pê bike, berlêker"bi" dengdêra wê winda dike. rader:alastin dibe alês forma fermanî : balêse balêsin. êşîn: bêşıne bêşînin. 3-Eger lêker pêkhatî be, berlêker/amraza fermanî "bi" nayê xebtandin/bikaranîn. wek: hilgirtin, rabûn, rûniştin(rûnîn) . di rawa fermanîde dibe: hilgire hilgirin. rabe rabin. rûne rûnin. Her şad û serkeftî bin ta wanyêyek dî xweş bijîn.