У нас вы можете посмотреть бесплатно BelgeFilm- Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo| بەڵگەفیلم- میری بلورێ..عهگیدێ جمۆ или скачать в максимальном доступном качестве, видео которое было загружено на ютуб. Для загрузки выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием видео, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru
ئهو كهسایهتییهكی دیاری مێژووی هونهری كوردییه و وهك قوتابخانهیهك له موسیقای نهتهوهیی دادهنرێت. عهگیدی جمۆ له یهریڤانی پایتهختی ئهرمینیا دهژی، مۆزیكژهن و ئاوازدانهرێكی بهناوبانگه و كاریگهری لهسهر ژیانی خهڵكی ئهو ناوچهیه ههیه. دیمهنهكانی بهڵگەفیلمەکە له ئهرمینیا و له چهند ناوچهیهكی جیای ئهو وڵاته تۆمارکراون و ساڵح كهڤهربڕی رۆژنامهنووسی تۆڕی میدیایی رووداو لهم بەڵگەفیلمەدا ژیانی عهگیدێ جمۆ و ناوبانگی باس دهكات. ئەم بەڵگەفیلمە لەساڵی 2015 بەرهەمهێنراوە و ههریهك له ههردی قادر وهك مۆنتاژ و تیگران گالستیان وهك كامێرا و دهنگ كاریان تێدا كردووه و ساڵح کەڤەربیری كاری ئامادهكردن و دهرهێنانی بۆ كردووه. Egîdê Cimo ku malbata wî ji navçeya Qelqelî ya Wanê ya Bakurê Kurdistanê ber bi welatê Ermenistanê mişextî bûye, di sala 1932yan de li gundê Erdeşer ê Ermenistanê jidayîk bûye. Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo di 8 saliya xwe de dest bi muzîkê kiriye û bûye şarezayê bilûr, mey, zirne û çendîn enstrumanên din. Egîdê Cimo di sala1955an de li Radyoya Erîwanê di beşa Kurdî de weke muzîkjen dest bi kar kiriye û 35 sal di wê radyoyê de xebitiye. Mîrê Bilûrê bi mey û bilûra xwe li pey dengbêj û stranbêjên navdar ên weke Aram Tîgran, Şeroyê Biro, Karapêtê Xaço û Aslîka Qadir disekine û navê xwe li ser dergeha sazbendiya Kurdî bi tîpên zêrîn dide nivîsandin. Herwiha Egîdê Cimo li Ermenistanê di sala 1967an de Enstîtuya Muzîkê ya bi navê Romanos Melîkyan bi dawî kiriye. Egîdê Cimo ku weke Mîrê bilûrê tê nasîn, di temenê xwe yê 87 salî de li paytexta Ermenistanê bajarê Erîwanê koça dawî kir.