У нас вы можете посмотреть бесплатно Kürt Aşk Destanı Feqîyê Teyran ve Sinem'in Öyküsü ve Mezarı Bitlis - Hizan или скачать в максимальном доступном качестве, видео которое было загружено на ютуб. Для загрузки выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием видео, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru
Feqiyê Teyran, li gor hin dîrokzanan, di 1590'an de hatiye dinê û di 1632-1660'an de çûya ser dilovaniya xwe. Li ser van dîrokan riwayetên muxtelif hene. Ya rastî ew e ku Feqiyê Teyran di 1590'an de hatiyê dinê û jiyaneke mezin û bi zanist berdewam kiriye. Di gelek vegotin û nivîsan de behsa wê yekê tê kirin ku Feqiyê Teyran helbestvan bû. Ya rasti ew e ku ew ne tenê şaîr bû, lê di ber re fîlozofekî mezin jî bû. Di dema xwe de li ser hizir pir kûr bûye û pir nivîsandiye. Herçend zêde pirtûkên wî heta îro nehatibin jî, em dizanin ku wî ne yek an jî du, lê hinek pirtûk nivîsandine. Li ser felsefe, dîrokê, dema xwe de û pêşketinên dema xwe, hizre xwe aniye ser ziman. Feqiyê Teyran li gundê Miksê ji dayik bûye, ko girêdayiyê Colemêrg (Hekarî) ye. Lê Mikis an jî Miks, niha girêdayiyê Wanê ye. Navê Feqiyê Teyran yê rastî jî, weka di çarînê de gotiye "Muhemmed" (Mîr Muhemmed) e. Feqî di helbestek xwe de jî navlêka xwe "Mîr Mihê" daniye. Ew bi xwe ji malbatek eşîriye. Bavkalê wî ji Dewleta Osmaniyan fermana mîrî yê girtine. Di dîroka wêjeya kurdî de cihekî bêhempa digire. Helbestvan, destannivîs û çîrok nivîsekî mezin e. Kurê mirekî kurd e. Berhemên nivîskar wek Şêxê Senan, Qiseya Bersiyayî û Qewla Hespê Reş e. Her wiha, di nav nivîskarên kurd de cara ewil pexşan nivîsiye (Ber Sîs). Feqiyê Teyran'ın Sinem için yazdığı şiir: Hewar Sînem Ew qesrika serê xanî Derî ji zêr î mifte ji mircan î Ez ê terka çav û biriyên belek nadim Heta Esrafîl nefxa sûrê ket, Li min rabit roja heşr û mîzanê Lewra tu şêx î, ez mirîdê te me Hewar Sînem Ez çiqas dinya hebû geriyabûm Kesî negot Sînem nexweş e Ez ê çûme hicra feqiyan dinivîsîn kêl û ferşe Ez ê tembeh li mişk û maran bikem, Bila xunavê tenikî carî biken, li ser ebleqê reş e Hewar Sînem Tu rabe ev çi dem e? Te bejn ji kelha Tîkrîtê Te sing ji qumaşê Ecem e Li min hatî mehka Remezanê Ez ê fitra serê te me Hewar Sînem Ez ê Hîzanê dihebînim Zêde taxa qenterê Van katiban hezar pênsed dane defterê Miraz hatibû hasilbûnê Mîr em şandine seferê Hewar Sînem Ez ê Hîzanê dihebînim Salê du car bihar e Te rû eyne ye, şems û qemer tê de diyar e Ez ê herim Sînem bibînim Dîtina min û Sînem ev car e Hewar Sînem Ez ê Hîzanê dihebînim Zêde taxa Seraşan Gul di baxan de kemilîn, Pala xwe dan xaşxaşan Miraz hatibû hasilbûnê Kul kete nav oldaşan Hewar Sînem Min Sînem dîbû şeva erefatê Te gulî şûştine ji ava heyatê Dê biçim Sînem bibînim Sînem nexweş e ber wefatê Sînem hîva nûrîn e Şewqê daye umetê Gerden şûşa hişîn e, Nuqte nuqte xal ketê Kesê Sînem bibînit, Bêşik diçe cenetê Min Sînem dîbû li eywana mîr ve Te çavek roj e yek jî hîv e Te ez kuştim Xûna min maye bi zendê spî ve Hewar Sînem Xweş govend e li eywanê Dinya li min xewxa ye Ku vî best î hewranê Çavreş li min winda ye Xwedê bide îmanê Hewar Sînem Dar û devî li min bûne gurî Ji kulan û derdan Hêstirên çavên min evdalê Xwedê digilgilî Me tu xizmet ji padîşahê mezin re nekir Çawa şah û xunkar mift digirî Hewar Sînem şah û padîşah û xunkar siwar in Her sê siwarê cengê ne Pehlîvan li meydanê diçin têne şer çû sewta Xwedê(*) Çavên reş li ber sulhê ne #FeqiyêTeyran #Dirok #Helbest