У нас вы можете посмотреть бесплатно Shoresh Botan - XWEZÎ TE BIZANÎBÛYA | Helbest / Şiir или скачать в максимальном доступном качестве, видео которое было загружено на ютуб. Для загрузки выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием видео, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru
Helbest: İbrahim Osman Amedekar û Berhevkar: Shoresh Botan Xwezî te bizanîbûya Bêkêsiyê çawa ez hingavtim Di şerma çend şevreşên Gunehkar yên penbe de Bi timtêla reqasên şerqî Li dîwana ajoyê tolazan Çawa diricifîm, vediliqitîm Di axpînkên bi xwîn de Fena çûkên serjêkirî. Xwezî te bizanîbûya.. Di her kêlyê de çend caran Bêhin çikyayî dibûm Dihiliyam, wek dilopek avî Di deryayên bênav de. Li ser dika şanoya dînazora Çawa dibûm qultek şerabê Di nav lêvên sorgoşt de. Carnan Li ber hêşya konê penaberiyê Fena parsekê sedsalên xwînî Pêxwas û destevala Çawa dibûm kenekî bêyom Di nav qîlên bi girêz de. Xwezî te bizanîbûya Bi xwendina kund û pepûkan Di bin tîrê ba û bahozan de Li ber newalên mirinê Bê çawa Bi saxî kefen li min dipêçan Bi lêdan û şîqîna ewran re Mîna gulhinarên berwext Diweşiyam ser darê darbesta xwe. Pişt re.. li dû hev. Yek li pê a din Li ser malzaroka hêviyên avis Di dilê kevana zêrîn de Çawa gor vedibûn û dihatin girtin..! Te bizanîbûya.. Di payizên sitewirîn de Çav li bende hatina te man Carnan bi nuhurandına bê re Bi dengê vejînê vediciniqîm Awirên pîr li pêjna te diqerimîn Qolinc di şewata êgir de disincirîn Min weke pavanê rojê Ji bo xatirê ramûsanekê Ji gerdena lewendî bidizim Li benda dengê zengilê Hevgihînê dipa Te bizanîbûya.! Weke bayê siyarê xwzagîniya Min çend qurn û demsal Çend deşt, çiya û newal Çend dayik, çend siwarên kal Li dû xwe hîştin û hatim Ji bo xatirê bi tere bibim Heval.... Di meşa bi xumam û kemîn de Li ber bayê talîzokan Di bin barana guleyan de Çend çemberê mirinê qetandin! Çavê çend mêrxasan Bi destê xwe girtin. Çend caran ji neçarî Birîn bi ava hersim kewandin. Te bizanîbûya. Ji bo lewendiya te Min xwîna xwe kir donê Çend çira, qendîl û findan Pê riya pêrginiya te ronî kir. Min di kela girî de Çendik û çend caran Di çemê hêsran de avjenî kir Nola bûka li bende zavê Berî di kilê dîlbera de bihilim Li bende hatina te rawestiyam..! Te bizanîbûya Wê rojê... Siya ewrên bêyom Mîna kerkonkê kizirî Çawa rûyê aso dorpêç kir Gerdûn ji şewatê mişt bû Tîrêjên roja pîroz Di peşela şevên gunehkar de Weke qîzên çarde salî Bi fedyokî dinaliyan. Te bizanîbûya.. Heyamê xwazgîniya Bi çi awayî Di qîr û qetranê de bilya Ji sermestiya wendakirinê Rê li me bûbû xaçerêk Roj bûbû şev Dem bûbû hûtê diran befş Di pakbûna qîzaniyê de. Aha wê rojê... Me di germaya xewneke tirsonek de Bê xatir xwestin Şopa hev wenda kir Di bin siya alên nenas de Qijikê Biharên bî Êdî bîjiyan didin mizgînî Niha Li bendera ax û keseran Erd bi ezman ve hilya Xwîn ji stêrka rijiya Hîvê kevana xwe bada Tu tişt nema ez bidim der Tenê temenekî pak hebû Di rojên ciwaniyê de da ser Çi bikim deng nare bêyomên ker Bese êdi ji min kûvî nebe Were, Ez êdî dizanim Tora bextê min Di tîna laşê te de çikya ye Heyvanê min Di xwêdana sînga te de meyaye Were Di tîna paşela min de Bibe şirîkê xewna min Ez dizanim Tu şahna gerdena minî Di her lêdana dil te tu heyî Wê roja mezin heke tu ne be jî Siberoja min wê di bêhna te de bijî...... İbrahim Osman 24/07/05