У нас вы можете посмотреть бесплатно Mem ARARAT - Li Hêviya Baranê или скачать в максимальном доступном качестве, видео которое было загружено на ютуб. Для загрузки выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием видео, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru
Dizanim mehên Sibat û Adarê gelekî dijwar derbas bûn. Di serîde Li Semsûr,Mereş û Xetav li gelek bajarên me erdhej çêbû û di pey re lehî rabû.Bi deh hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dan û gelek ji wan birİndar bûn.Bi hemû xwebûna xwe ,bi hemû dilgermiya xwe êşên hemwelatiyên xwe parve dikim Û sersaxi dixwazim xizmên wendahiyan û şîfa dixwazim bo hemû birîndaran.Sebr û tebat dixwaz im bo me hemû hemwelatiyan. Dil dixwest em her tim kêfxweşiya xwe parve bikin lê mixabin li vê dunyaya gewrik têra xwe xem û kul jî henin gelî dost û hevalan.Bî hêvî me stranên me bibe sedema kêfxweşiya we hemûyan.Lewma kêfxweşiya we dibe sedema bextewariya me. Ev stran bermahiya sala 2010 an e gelî hevalan.Min ji bo xatirê zarokatiyê nivîsî. Di zarotiya me de, dema payîza paşîn baranên ewilî dibariya em zarok derdiketin ser kaşkaşokê li binya malan û me wisa digot ji dilopên baranê yên ewilî re : "Baranê Bibar çivîkan genimê te xwar,sêwîkan nankê te xwar" Dibe kû ji ber vê be ,kengî baran bibare hîn jî zarok im. Herweha spasî bo hemû rêhevalên min, ^İlkan,Nîhad,Serkan,Huseyîn ,Roza,Robîn û Sozdar. LI HÊVIYA BARANÊ Li havîna deşta xwarê ,li gundê hanê Li ser wî kaşkaşokê li binya malê Her tim Memê zarok bûm li hêviya baranê canê Li hêviya baranê Baranê bibar bibar çivîkan genimê te xwar Baranê bibar bibar sêwîka nanikê te xwar Çivîka genimê te xwar hey Baranê bibar bibar çivîk tim li benda te man Zarok te vli hêviya te man Baranê bibar bibar heyy. Baranê bibar bibar li welatê Medan Şên bike her cîh û war ji rengê kulîlkan Tu yî dayikan dayikan û hemî zarokan canê Û hemî çivîkan... Baranê bibar bibar çivîkan genimê te xwar Baranê bibar bibar sêwîka nanikê te xwar Çivîka genimê te xwar hey Baranê bibar bibar çivîk tim li benda te man Zarok te vli hêviya te man Baranê bibar bibar heyy. Gotin û Muzîk : Mem Ararat Gîtara Klasîk : İlkan Pala Gîtara Bas : Serkan Çelik, Nîhad Jemsher Tembûr ,cûra, Perkusyon : Mem Ararat Aranje: Mem Ararat Mîks û Masterîng : Nîhad Jemshere Vîdeo Klîp: Robîn https://itunes.apple.com/tr/album/xew... https://open.spotify.com/album/0J8dt8... https://www.memararat.org / araratmemm / araratmemm / memararat__official / memararat