У нас вы можете посмотреть бесплатно Melayê Cizîrî - Dil Yek e (Deng: Necatê Zivingî) или скачать в максимальном доступном качестве, видео которое было загружено на ютуб. Для загрузки выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием видео, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru
Melayê Cizîrî - Dil Yek e (Bes) Dil yek e dê 'işq-i yek bit 'aşiqan yek yar-i bes Qible dê yek bit qulûban dilberek dildar-i bes Min di benda zulfekê dil da bi destê pîrê 'işq Lew di 'işqê da ko best ihram û yek zunnar-i bes Terh û terzê bûne zunnar û çelîpa yek bi yek Lew mi zunnar û çelîpa yek tinê yekcar-i bes Hin ji nik dêrê ve tên qesta keniştê hin dikin Ney ji van im ney ji wan im min derê xemmar-i bes Gerçi tên reqs û semayê her seher sed neyşeker Min di bezma sirşirînan ew şirînreftar-i bes Weh çi wala gewher in hatin libasê cism û can Min ji wan horîsiriştan ew perî rûxsar-i bes Hewce sihrê Samirî nîn in ko zulfa reş bikit çeşmê benda dilrubayan kagula 'eyyar-i bes Bilbilan sed gul di çav in çav li sed gul dî dikin Min di baxê gul'izaran yek gul û gulnar-i bes Min di baxê gulfiroşan dî 'eceb resmek xerîb Xariteb'an gul di dest in gulperistan xar-i bes Ew cefa çû der ji hed zulma te bir hetta bi çîn Rehmekê carek nekî hey zalim ev azar-i bes Xerqê deryayê gunah în teşneyê lutfa heq în Rehmeta amirzigar û şefqe'a xeffar-i bes Ehlê dunyayê seraser dijminên min bin Mela Piştemêrê min 'Elî bi, heyderê kerrar-i bes Melayê Cizîrî 》Asoya Helbesta Kurdî TÊKILÎ 》Facebook/Youtube: Asoya Helbesta Kurdî 》Twitter: @asoyahelbesta 》Emaîl: [email protected] 》》Google Play Asoya Helbesta Kurdî: https://play.google.com/store/apps/de...