У нас вы можете посмотреть бесплатно Salihê Şirnexî - Bîşengê [Jêrenivîs] или скачать в максимальном доступном качестве, видео которое было загружено на ютуб. Для загрузки выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием видео, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru
Ji dengê Salihê Şirnexî - strana Bîşengê. Salihê Şirnexî dengbêjekî berxwedêr ê botanê ye, di dorpêça li ser silopya de qrîzê li dilê wî da, ji ber ku dewleta dagirker nehişt ambulans here hawara wî û wî bigihîne nexweşxanê, ji vê dinyayê bar kir. Ji bo bîranîna wî! Tu kulîlka li ber dilê xort û van lawan î Belê Xudê te navekî giran li cîhanê, tarîxê danî De rab, de rab Bîşenga minê tu ciwan î Ax tu ezîza li ber dilê xort û lawan î Erê Bîşenga minê naxwe îro dijminan çima li min we kir Van zaliman da'wa dozekê li me vekir Belê çawa destên me dane bê xweyiyê van kelepçan Belê Xudê wan mala me bi destên xwe xira kir Ax we mala me bi destên xwe xira kir Erê Bîşenga minê, min ê digot lê te ji bîr nakim Xudê ez ê rabim navê te li tarîxê, dinyayê kar kim Belê Xudê xira bike mala van xayîn û bêbextan Belê çawa mala me bi destên xwe xira kir Ax de rab, de rab, de rab Bîşenga minê tu ciwan î Belê tu yî ezîza li ber dilê van xortan î Ax van zaliman tişt halê me nizanî Erê Bîşenga minê ez ê li Şirnexa şewitî ketim wê li hemberê Xudê yeqîn dikim gawir e lê wîjdan li ser e Xudê wekîl ez ê bejn û bala te bibînim rojê sê cara dilê min ji te re bi arîn û bi keder e Ax de rab, de rab Bîşenga minê tu ciwan î Ax tu ezîza li ber dilê van lawan î DELÎL DILPÊT - JI BO SALIHÊ ŞIRNEXÎ Salihê Şirnexî di stranên xwe de li tenişta gel û li hemberî dagirkerî, cerdevanî û birakujiyê, li hemberî her cure xirabiyê cihê xwe digire. Salihê Şirnexî welatparêzekî xurt û bi axa xwe ve girêdayî bû Me di dawiya salê de Salihê Emerê Cangîr, bi navê wî yê dengbêjiyê Salihê Şirnexî bi bi ebediyetê ve oxir kir. Salih, her çiqas tevî temenê xwe yê 75 salî û di aliyê tenduristiyê de hinek nerihetiyên xwe hebin jî sedema jiyana xwe ji destdayîna wî, dewleta tirk e. Ji ber ku dewleta tirk Silopî dorpêç kiribû, tevî giranbûyîna nexweşiya wî jî nikaribûn Salih ji malê derbixin, bigihînin nexweşxaneyê û destwerdana tenduristî pêş bixin, jiyana xwe ji dest da. Berpirsiyar dewleta tirk e. Salihê Emerê Cangîr di 1941’an de li Şirnexê ji dayik dibe. Ne tenê zaroktiya xwe, di heman demê de ciwantî û temamiya jiyana xwe li ser axa ku ji dayîk bû derbas dike. Li vir dibe hunermend, lêkolînên xwe li ser huner û hunermendên kurd li vir dimeşîne, kilam û stranên xwe yên nemir li vê derê dinivisîne û awazê xwe dide wan kilam û stranan. Hundirê kaset û plakên xwe li vê derê diafirîne, li vê derê amade dike, tomar dike û hwd. Di dawî de li vê derê jî diçe ser dilovaniya xwe. dewama nivîsê: http://diyarname.com/news.php?Idx=19077 ASOYA HELBESTA KURDΰ Asoya Helbestê © www.helbestakurdi.com helbest, kurdî, helbestên kurdî, asoya helbestê, cc:yt=on,