У нас вы можете посмотреть бесплатно Şêx Zahir | Helbestên Dengbêjî | Çavkanî Husêno или скачать в максимальном доступном качестве, видео которое было загружено на ютуб. Для загрузки выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием видео, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru
#HelbestênDengbêjî #Dengbêj #Husêno Şêx Zahir Lê lê Hedê rebenê sibe ye rabe, şerekî giran li me çêbû, daweka li me qewimî li Şehîdê Gazê, li Gola Newêrê, li tixûbê Îranê, w’anê rebenê wê biherde ye Hela bala xu bidê dayê, min ê ji siba Xwedê da li ber çavê kekê mi darê dûrbînê, di destê Şêx Zahir, berxê Bala Baba da xarîte ye Birao mi ji te ra nego neçe pêşiya te da top û tekerlik û xeber makîne ye Sê tabûr eskerê tirka lawo bê dijmina serê te ye Kesekî xêrxwazî xêra tune cewabekî bide Kirê Celaliya, bêje Şêx Xiyasedîn belkî di mala te mîrat be, derbek lê xistine li bejna Şêx Zahir, delalê malê, birîna berxê Mala Baba kûr û xedar e, w’anê rebenê, lawo bêfayde ye Lê lê Hedê rebenê rabe sibe ye şerekî giran li me çêbû, daweka li me qewimî li Şehîdê Gazê, li Gola Newêrê, tixûbê Îranê, w’anê rebenê bira Xwedê xira bike lawo bê mexelê qazan û beta Lo lo bira ti sêr bike Kerîm Efendî daye pêşiya eskerê sê heb gule yeman, dayê wele kişandiye li ser me riya bîst û çar seeta Kesekî xêrxwazî xêra tune cewabekî bide Kirê Celaliya, bêje Şêx Xiyasedîn belkî mala te mîrat be, derbek lê xistine li bejna Şêx Zahir, delalê malê, li mi rebenê kuştine fîrarê nabeyna sê dewleta Lê lê Hedê rebenê sibe ye, şerek çêbû li Şehîdê Gazê, li tixûbê Îranê, payîz e berf dibare dayê çi qasî nerm e Bira wele rûyê erdê li ser me kiriye mînanî çerm e Eskerê sê heb wileyeta giran e, ji êvara Xwedê da dayê hatin ser me Mi dî Şêx Evdirihman gazî kir Şêx Zahir ti nereve, navê revê ji mala me ra çi qa bibêje ew qasî şerm e Go hey mala te mîrato, haya te ji birîna birayê te tune, topê li serê tiliyê mi xistiye, hela rabe qutiya min a çixarê cêva mi derxe, cixarekî ji mi ra bipêçe, bira birayê te bikşîne hê birînê canê mi germ e Wa hê he hî hî hî hîîîîîîîaaay