У нас вы можете посмотреть бесплатно Arjen Arî - Şêrgele (Deng: Mehsûnê Hespistanî) [Jêrenivîs] или скачать в максимальном доступном качестве, видео которое было загружено на ютуб. Для загрузки выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием видео, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru
Arjen Arî - Şêrgele Deng: Mehsûnê Hespistanî Music: • Видео Amadekar: R. X. Asoya Helbesta Kurdî © Arjen Arî - Şêrgele -şîrê şêr di eyarê şêr de şêrgele hebûn şêrgele çi mê çi nêr li berpalên agrî kite-kit dînemêr li zaxrojan kur î kurroj û sîng kele! ristek xerîbî ne d’ stranekê de hin di qefesan de lexebkirî, baz çar hîm çar hêvî, semax e pahra wan kêl spartî çiyayê xewnan ji rehma vê axê, ji pişta vî gelî şêrgeleyek bû mîr bedirxan! şêrgele hene; dûre-war... û bendî şêrgele hene; pêtên ji êgir jendî şêrgele hene; por-nêrgiz, xec hinark bi navê leylê, û şerefkendî! çiya sêwî ne niha bêyî wan helgurd sêwî ye sefîn sêwî, sîpan sêwî... çeper bêxwedî ne li cûdî li lolan sirûd bê olan, çek bê xwedan kî bûn ew hokê hokan? ew ên çeng eylo, ew ên bejn-hey lo kî bû lo, kî bûn ew ên dil pola û gurçik risas? ! şêrgele hene; bê kêl û bê gorn şêrgele hene; şevçirax û heyve-ron şêrgele hene, ji azadiya bi gon di bin axa sar de b’ axîn razayî! di binê aşûteke xezeb-spî de man an çûn li ber pêlên aveke tezî? xwezî ez miribûma, û hew bû! newal bê guh diman... û şer bû! çiya bê ser diman... û şer bû! şev serjê bû bi ser rojê de...û şer bû! şer bû... şer bû... şer bû... mirinê serê xwe çimand li ber mirina wan şêrgele hebûn: şêr î şervan û xewna wan xewna her kesî! şêrgele hene; kefen ezmanê sayî şêrgele hene; bi qasî stêrkên rijyayî şêrgele hene şevçirax û heyve-ron li van çiyan bê kêl û gorn wendayî! hêvî bûn kite kit, kite kit xwezî bawerî bûn bawerî dildarê çiyan: dil dojeh, pêçek agir, landik agirdan jiyan asikeke por-ewr bû sîrwan çefî-sor simbêl qeytan bûka agirî bû destgirtiya azad medya esmer esmer, şar kesrewan… kê bibêjim, kê ji bîr bikim: her nav çiyayekî asê her nav dastaneke dêrîn her nav dîrokeke wextbirr... min navek li kurê xwe kir: rizo kalo berzencî... min navek li kurê xwe kir: qadî simko barzanî... min navek li kurê xwe kir: mazlum gabar munzir... min navek li kurê xwe kir: yek mir, sedî tol hilanî! şêrgele hebûn; koçek koçgirî şêrgele hebûn li hembêza agrî şêrgele hebûn bi nav ihsan nûrî şîmal bi şîmal barzan bi xwe bûn! Arjen Arî Asoya Helbesta Kurdî © 2020, Cizîra Botan BIBE ABONE: https://bit.ly/2zbfJaA VÎDYOYÊN BERÊ: https://bit.ly/3fiRA2I Ji bo helbestên nû ME BIŞOPÎNIN / فۆڵۆومان بکهن MEDYA CIVAKÎ: Twitter: ➤ / asoyahelbesta Facebook: ➤ / asoyahelbesta Instagram:➤ / asoyahelbesta YOUTUBE: ➤ / asoyahelbestakurdî WEBSITE: ➤https://www.helbestakurdi.com ➤https://www.gotinenstranan.com Silav, vira dengê Asoya Helbesta Kurdî ye. Em li vir ji bo helbestên kurdî ji dengê xweşxwanan ji bo we belav dikin. Hewla me belavkirin û danasîna helbesta kurdî ye. Em hêvî dikin hûn biecibînin, parve bikin û belav bikin. Ji bo darîkirinê mala we ava. Heke keyfa we jê re bê; biecibînin û bişopînin :) Dema we xweş.