У нас вы можете посмотреть бесплатно Hekîm Sefkan-Ev Birîn kevne .Helbest ;Hekîm Sefkan.Awaz;Hêvî Çiya.Aranje ;Mîr Ednan или скачать в максимальном доступном качестве, видео которое было загружено на ютуб. Для загрузки выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием видео, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru
Ev brîn Kevne Helbest ;Hekîm Sefkan. Awaz ;Hêvî Çiya Aranje ;Mîr Ednan Ev birîn kevne Ev birîn ne ya vê rojê ye Lê ev çiye ku qamuş nagire Ev xincera di pişti min de Cêwiyê rûreşiya dîrokê ye Ev kêrên ku pêsêrên min perçe dikin, Zingara wê ji nav qîlên Asanayê maye Ev birîn kevne kevn Benên di hustê min de bi bêhna kalên me hatiye şuştin Hîn bêhna Şêx Seyid, Seyid Riza û şêx abduselam ji van benan tê Ev birîn kevn e kevn Ne ya vê rojê ye. Û Deniz û Barîn. Berdewama tazîjinên Dêrsimêne Û kûbanî wêneyê rengin ê geliyê Zîlan e Em ji rengên eşên xwe Ji mezinbûna birînên xwe Kujerên xwe jî nasdikin Ev birîn kevn e kevn Giyanê ku we li Agirî binaxkir hêrsa ku we li Dêrsimê vemirand zarokên ku di Enfalê de bisaxî binerdkirin Her şev mêvanên mêvanên xwenên wene Loma hûn har û Hov in Û em jî serhişkin Ev çi kîne Ku xwîn ji nava diranên we diherikin Ev çi dunyaye ku bûye mazata deyûzan Ev çi civak û sazî û Derewin. mîna keriyên Genan Artêşên guran in Kaxetên we niviştên vala ne Bangên we qeb-qeba kewa nin Xefkin xefk De kaxetên we serên we bunun De civakên we di bin erdê kevin Kîjan nivişta we pîrhevokên êrîşkar wenda kirin Kîjan xaçên we Vampîrên har rawestandin? De hiş bin Kerr bin ku hûn Kerr in Mîna ayetên xwe kerrin Mîna pirtûkên xwe Mîna Xaç û Mizgeftên xwe kerrin kerr Kîjan gef û bangên we bedenên bûzgirtî yên zarokên Kobaniyê germkirin? Ne hûn bin ne perleman û civarken we bin Ne hûn bin û ne ayet û niviştên we bin Ev birîn kevn e kevn Ev xincera di pişta min de Cêwiyê rûreşiya dîrokê ye Ev kêra li ser hustuyê min doxa wê ji darê zulma we ye Hesinê wê karê we ye Û qesab şagirtê we ye Lê ev ax fêrî razanê ne bûye Û wê nehêle hûn jî razên!