У нас вы можете посмотреть бесплатно Arjen Arî - Ev Çiya Rûspî Ne (Deng: Selîm Akgul) [Jêrenivîs] или скачать в максимальном доступном качестве, видео которое было загружено на ютуб. Для загрузки выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием видео, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru
Ji dengê Selîm Akgul helbesta Arjen Arî - Ev Çiya Rûspî Ne Arjen Arî - Ev çiya Rûspî Ne Di qada şer de pişta me negihişt erdê. Te şahid bivê, va Herekol. Miradkar, bi bext û ol Va Cûdî û va ye ev ax! Kîj wextî bêleheng ma? Kî gavê bêkêr? Ev axa bi xêr û bêr Ji bakur ve serejêr Gebar, Sîmal, Bêxêr… Her yek şêrko Ango, Yek yek Êzdînşêr. Li piştekê bigerî, va ne: Ev Nemrûd e Ev Agirî ye Ev Sîpan e. Kîjan e nerûspî Heyran Bêrûmet kî ji van e? Ronakê lêda çûrisî Kirasê l’bejnê qerisî, qelemsiltan e. Enîmêr e û Dêrsimî, Ev çiya Tûjik e, heyran! Heyran, Ev çiya destbirakê Sîpan e. Ku di bin berfê de mane. Ba hûû dike, Mûnzir pûç î pûç dike, Zivistan e! Bi pilingê pêşî re şîyar dibin. Têhn vedide l’lûlan ji teqînê. Stran dikevin pêlên xuşînê, şer dîne, şervan dîne çarmêrkî rûniştî di bin berfê de Ev çiya rûspî ne, heyran! Me, lome nekir ji wan. Na na, û ne ji yekî! Navê lawê xwe kiribe Sîpan, kurdekî, Me lîland, Loma, bi Sîpan in stranên me Ka bistrê, heyran! Arjen Arî Amadekirin: Asoya Helbesta Kurdî Asoya Helbestê © www.helbestakurdi.com helbest, kurdî, helbestên kurdî, asoya helbestê, cc:yt=on,