У нас вы можете посмотреть бесплатно YA ÎLAHÎ или скачать в максимальном доступном качестве, видео которое было загружено на ютуб. Для загрузки выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием видео, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru
Ya Îlahî tengezar im pir jê dûr im Min hal nîne birîn kûr im Ya îlahî çi hebîbe Ji şewqa wê dil bi Nûr im Li meyxanê kirim mêvan Dil disoje bi ar û jan Meya spî di kasê da Ji Husna wê bûm bargiran Pir bêşenim de bibî yar Şox û Gewrê mame hejar Dîdarê şev û Seherim Li pê te ez bûme siwar Ev derdê te zê binoşim Ji kerbê te çi serxoşim Dil jî bê te kûr çobire Û bê te ez himbêz koşim Dilê bê şek çi belaye Him derd û êş û cefaye Bê kîn û qehr û xîret Kûştina dil her wefaye Evîna te bê dewaye Revok û her dil revaye Nebên haho ma çi dîne Mi canê xwe li ser daye Eşqa te zor mubtelaye Sir û esrarê melaye Ta Feryad û qîr û keser Li gewriyê her Cezaye Wax cemala vê zeriyê Porê siya tev keziyê Zilv û tilî çav û gulî Qamet mîsal wek Periyê Subhan ji şahê qudretê Neqiş û resmê cubhetê Xilwet û sekin û sebir Roj û şeva kir Ta'etê Evîna cesed du roje Rawanî dila disoje Bi aşop û nîgaşeye Bi nal û aha dinojie Herdû dêm jî Nar û nûrin Lê her ji van desta dûrin Ji qelbê miskîn re çibkim Bê binî ne kûr û dûrin Ez û te ne bi yek rûhe Beyan û nûra sibûhe Luqmanê Hekîm jî were Can û cîger tev cirûhe Carekê tenê bid mecalê Ji te re sûndxuim bi alê Neqş û xalên li gerdenê Ji kesê re nakim qalê Ya Muradî tu Hebîbe Dê çi bi Lutf û hiş Lebîbe Vexum ji peyal û camê Çi xort û çi kal û sîbe Tu dostî yan tu reqîbe Tu yarî yan tu xerîbe Şerbeta qend û gulavê Dilê Dilyar xweş tebîbe Qamişlo 23 . 4 . 2024. Dilyar Osê Instagram: https://www.instagram.com/dilyar_ose/... Facebook: / 1agbxtwe6c X: https://x.com/dilyar_ose?t=fnAlk3G8hJ... #Ya_Îlahî #Helbest #song #podcast #rojava #شعر #قصيدة #موسيقى #برنامج #روجافا #ياــإلهي