У нас вы можете посмотреть бесплатно Çîgdem Kiliçgun Uçar: Têkoşîna me dê bidome или скачать в максимальном доступном качестве, видео которое было загружено на ютуб. Для загрузки выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием видео, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru
Hevseroka DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar ku beşdarî meşa 8'ê Adarê bû, diyar kir ku heta ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan "mafê hêviyê" pêk bê û azadiya wî ya fizîkî misoger bibe, ew ê têkoşînê bidomînin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokratiyê ya Gelan (DEM Partî), bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê li navçeya Bismil a Amedê meş li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û gelek jin bi cil û bergên xwe yên gelêrî tevlî meşê bûn. Meşa ku ji Parka Kardeşlîkê destpê kir, heta Mizgefta Akpinarê bi dawî bû. Di meşê de dovîzên “Bi jina azad re ber bi civaka demokratîk ve”, “Em dev ji azadî û têkoşîna xwe bernadin”, “Li dijî tundiyê bêdeng nemîne” û “li dijî tundiya mêran bijî piştgiriya jinan” hat bilindkirin. Di meşê de tim dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “em bêdeng namînin, natirsin, îtaatê nakin” û “Pêşengê aştiyê li Îmraliyê ye” hat berzkirin. Jinan di meşê de bi erbane, çepik, tilîlî û stranên kurdî ve heta Mizgefta Akpinarê meşiyan. https://jinnews21.com/kr/HEMU-NUCE/co...