У нас вы можете посмотреть бесплатно Arjen Arî - Hez или скачать в максимальном доступном качестве, видео которое было загружено на ютуб. Для загрузки выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием видео, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru
li hezê digerim bi dilekî mişt hez nebînim, bi ser ve nebim jî ez ez ê ji dû venegerim... li hezê digerim, hezeke wusa: safî, sebîl... ne miqabili tiştekî... û henûn henûn, mîna ya mindalekî: dibînim heza berxikê l' dû makê ... dinêrim li çivîkê hêlîn li ber helakê! ez ê bi ser ve bim, nizanim... ya ku zanim; hez nebe, heyat gwîzeke pûç e. hez nebe; jiyan goka li ber devê qalûç e: eware eware, derbeder li ser kevirekî xwelîser, ji qalûç re qûç e! li hezê digerim di dilê welatekî de li vî diyarî min ji welatekî hez kir, hinekî ji j' vî bajarî û paşê, dîsa ji welatekî: mîna nanekî çar parî!.. tavildê welatê ku ev çend min jê hez kir; ji êşa pir, ji giriyê pir, mirinên pir... hezê li şûntaziyekê ew terk kir, û wî jî hez bi gorî xwe kir bi yek carî! li hezê digerim, niha... dizanim; dengê xwezayê ye hez herikîna avê, guvîna bê, xuşîna spîndarê... min xezalek wenda kir li vê pesarê: dildarên xakeke nebedî bûn di şiveriyên çiyayekî de, vê berêvarê! Arjen Arî