У нас вы можете посмотреть бесплатно Li Gundikê Melî jinan dest bi komkirina kizwanan kir или скачать в максимальном доступном качестве, видео которое было загружено на ютуб. Для загрузки выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием видео, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru
Li bajaroka Gundikê Melî ya Şirnexê jinan dest bi komkirina kizwanan kirin û gotin: "Gelek feydeyên kizwanê hene û em jê sûdê digirin. Qadekî mezin ên daristanê îsal ji ber şewatê têk çûn. Ligel her cûreyên darên din darê kizwanê jî para xwe ji şewatê girt. Ev tişt bi her awayî bandorê li xweza, li me û debara me kir." Li bajaroka Gundikê Melî ya Şirnexê jinan dest bi paletiya komkirina kizwanan kir. Pêvajoya komkirina kizwanan serê sibehê dest pê dike û çend rojan didome. Piştî ku tên komkirin tê şûştin û li ber tavê tên hişkirin. Kizwan ji gelek tiştan re bi feyde ye. Darên kizwanê bi biharê re şîn dibin û bi payîzê re jî kizwan çêdibin. Qehwe, sabûn, hine û benîşt jê tê çêkirin. Her wiha kizwan di tipa xwezayî de jî tê bikaranîn. Kizwan ji nexweşiyên dil, mîgren, êşa qirikê, kûxik û di enfeksiyona laşê de bi feyde ye. Sabûna kizwanê feydeyê dide porê û hinê jî hem ji rengê porê û hem jî ji bo tenduristiya porê tê bikaranîn. Di nava kizwanê de hesin, potasyum, kalsiyum û wîtamînên wekî A, B,C û E hene. Medîne Yildiz a 54 salî û keça wê Rabîa Yildiz a 24 salî li bajaroka Gundikê Melî dijîn û niha bi komkirina kizwanan re mijûl dibin. Medîne û Rabîa ji ajansa me re behsa pêvajoya komkirina kizwanan kirin. Medîne di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hezkirina xwe ya xwezayê û got: "Ez ji çiya, kevir, şînahî û xwezaya xwe gelek hez dikim. Dema ez têm li vir bêhna xwe dikarim bistînim. Dema li malê dimînim bêhna ditengije. Bi tena serê xwe hemû deverên vê derê digerim. Ji ber ku ez li vir dimînim gelek kêfa min tê û ez dizanim ku ez dijîm. Ez kizwanên ku kom dikim li zarok û neviyên xwe re parve dikim.”