У нас вы можете посмотреть бесплатно Kangûrû Gogo , ji Seta Daristana Şêrîn / Nûbihar или скачать в максимальном доступном качестве, видео которое было загружено на ютуб. Для загрузки выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием видео, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru
Seta Daristana Şêrîn Hûn dikarin ji malpera me sipariş bidin: https://www.nubihar.com/urun/seta-dar... Ev deh kitêbana, wekî set bi navê “Daristana Şêrîn” weşiyane. Neh heb ji wan rengîn, yek jî reşbelek e; yanî kitêba xêzkirin û rengandinê ye. Li dawiya her kitêbê, li gorî naveroka wê hin pirsên azmûnkariyê û ferhengokek hatine amadekirin. Rûpelên kitêban, bi nîgarên rengareng xemilandî, nivîsên wan jî digel nîgaran hûnandî ne. Metnê kitêban, nivîskar bi xwe vejandiye; ne ku folklorîk û werger e. Lehengên van kitêban ajal in. Li ser zarê wan bi awayekî pedagojîk zarok tên perwerandin. Ewana gelek têgehên razberî hînî zarokan dikin, herwekî; arîkarî, hevaltî, hevkarî, quretî, nefsbiçûkî, wêrekî, tirsonekî û gelek tiştên din. Jiyana lehengan, li Daristana Şêrîn dibore. Her çar danê salê jî dibînin. Gelek tiştan fêr dibin û fêr dikin; biharî gul û gihayê, havînî tîn û tîrêjan, payîzî pûş û xezanan, zivistanî berf û baranan û gelek tiştên din... Ajalên daristana şêrîn, bi tevgerên xwe yên li malê, li mektebê û digel hevalan, ji bo xûyê xweş û karekterên baş dibin rêber û rênuma ji bo zarokan. SETA DARISTANA ŞÊRÎN, ji van kitêban pêk tê: 1-Poşmaniya Mar 2-Kanûgrû Gogo 3-Sihorîka Tirsonek 4-Hechecika Delal 5-Malbata Meymûn Xanim 6-Çirçirk û Cîranên Wê 7-Xewa Piling Pîlo 8-Roja Bavan 9-Roja Dayikan 10- Reşbelaka Daristana Şêrîn