У нас вы можете посмотреть бесплатно Mihemed Emînê Heyderî - Mewlîda Nebî (Kurmancî) или скачать в максимальном доступном качестве, видео которое было загружено на ютуб. Для загрузки выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием видео, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru
Mihemed Emînê Heyderî - Mewlîda Nebî Bi navê xwedayê dilovan û mihrîban Mûlida pêximber hezar mêj lê bê xwar Em bidin hemdê xwedê ey misilman Daye me pêxemberê axir zeman Ew xwedayê ku hîdayet daye me Ni'meta xweş dîn islam daye me Ni'meta ji her Ni'metê xweştir eve Mineta ji her minetê meztir eve Go me îman aniye bi rebê ezîm Em muşeref bûn bi qurana kerîm Ew xwedayê xaliqê erd û sema Tu ne hêlî umeta ha der xema Em gunehkar çav li xifrana tene Hêvîdarê rehm û ihsana tene Em bi îman têne erda mehşerê Pey muhemmed her ne hewed kewserê Ey muhemmed Ey şefî'ê umetê Hadî û mihdî hebîbê izetê Ey tu bûyî çê tire ji kewn û mekan şehsiwarê alemê fexra cîhan Ey muhemmed ey resûlê ins û cin Xwedî tac û beyreqa roja mezin *** Hûn ji i`şqa dil bibêjin berdewam Ser mûhemed eselatû weselam *** Ew kesê go talibê xêrê pire Go bide vê mûlida pêximbere Her weha şêx û welîyan yek bi yek Wesfê mûlida pêximber dan gelek Gotinê go ew mirovê qenc û zan Pakê çend ahl û birayê musilman Wer kirî libsê munasib bêhna xweş Mûlidik da xwendin bi dilekî xweş Wê here heşrê di gel sefa berê Dê vexwe avê ji hewda kewserê Ê go xwendî ser pera zêde bûyî Ji bo mûhemed nabê vala destê wî Go sûal jê tê kirin bi izna xwedê Ew di gorê da bersivek xweş didê Xaniyê mûlid go têda xwendina Tê hemandin ji diz û dijmina Hem ji şewt û xerq û afat û bela Hem hesûd û çav xerab û xela Civata mûlid go tê xwendin li wê Lê heta salekê melek naçin ji wê Ew didin rehm û selatan ser kesê Daye xwendin mûlida wê civatê Kêb mûlidê ra deynî xwarinê çend musilman guh bidin vê xwendinê Ê bixwe zad û ava mûlidê Têne dilê wî hezar rehmê xwedê Ger bixwe hin xwê genim ya şerbetê Ew ji dilê wî bibe her i`letê Ew kesê i`şqa mûhemed pêre be Go bike qesda ciyê mûlid hebe Go here wê civatê bivê niyetê Her wekî wî kirye qesda cinetê Kî dixwazê go mûhemed şabibî Qîmeta vê mûlida wî zanibî Lew bi hezkirnê îman kamil dibe Buhişta baqî bo wî hasil dibe Ê go qîmet dane mûlida nebî Bûn xwedyê qedr û keramet ey ebî Pir ji i`şqa wesfê wî mesref kirin Wan meqamê a`lî xêrê pir kirin Em bi çêbûna mûhemed pir xweşin Em musilman ser bilindin dilgeşin Ej dana wesfê wî dûrim heqîr Nîne i`şqa dil mirîme ez feqîr *** Hûn ji i`şqa dil bibêjin berdewam Ser mûhemed eselatû weselam *** Ey mûhemed ey hebîbê min bizan Dê ji bo te çêbikim gerdûn cîhan Ewelê xelkê tiwî axir nebî Tiştê mayî wê ji te beyda bibî Heq te`ala gote cibrîlê emîn Tuj ciyê gora mûhemed axnê bîn Ava tesnîmê bi wê axê bikîr Tev li wê şewqa mûhemed bik hevîr Bû weke dura sipî pir birûsk da çû sicûdê hem kirî hemdê xweda Heq xwedê gote pênûs binivîs heme Go çi binivîsim li ber emrê teme Got binivîs la îlahe ile lah Hem mûhemed bû resûle lahî şah Lew pênûs got ya îlahe la`lemîn Kî mûhemed ew çi nave pir şêrîn Ê di bin navê tera dînim kiye Mihebeta wî pir li min xweş hatiye Lê xwedê gote pênûs ger ew neba Erd û ezman û felek wê yek neba Her çi mexlûqê hene ta axirî Min ji bû navê mûhemed çê kirî Wî selam daser mûhemed kir xîtab Ji ber mûhemed ve xweda da cewab Go e`leyke selamû we rehmetî Lew pênûs bû serxweş û hem dil ketî Hê ji hingê bûye sinet ev selam Wacibe reda selamê berdewam Ew ji ber i`şqa mûhemed bû du şeq Hem li ser lewhê nivisî emrê heq Wî ji adem ta here axir zeman Umeta pêximbera kirna beyan Kê ji xwedêra go bike hin ta`etê Wê bi rehma wî here nav cinetê Ê gunehkar wî bişîne cehnemê Umeta pêximbera danîn hemê (...) 》Asoya Helbesta Kurdî TÊKILÎ 》Facebook/Youtube: Asoya Helbesta Kurdî 》Twitter: @asoyahelbesta 》Emaîl: [email protected] 》》Google Play Asoya Helbesta Kurdî: https://play.google.com/store/apps/de...