У нас вы можете посмотреть бесплатно Hevpeyvîn / Hunermend Yekbûn / Rewşa hunera Kurdî û Hunermendan или скачать в максимальном доступном качестве, видео которое было загружено на ютуб. Для загрузки выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием видео, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru
Li gel Hunermenda Kurd Yekbûn hevpeyvîneka berkeftî hate pêkanîn. Bi taybet li ser hunera Kurdî, asta hunera Kurdî, alîyê wê yê Kurdewarî, alîyê wê yê sîyasî, alîyê wê yê bazirganî nêrînên balkêş hatine derbirîn. Kesayeta hunermendî, helwestê hunermendî yê Kurdewarî, peywendîya wî bi gel û sîyasetê re, azadîya hunermendî jî bû mijara gotûbêjê. Karên hunermenda Kurd, yên muzîkê, yên hunerê, kar û barên torbendên civakî, rêk û rêbazên pêşxistina karên hunerî û mûzîkê hatine şirovekirinê. #yekbun, #hunermend, #muzîkjen, #sitranbêj, #hunerakurdi, #sitranênkurdi Hun dikarin serdana Kanala Hunermend Yekbûn bikin û bibin aboneyê kalanê. Kanala YouTube ya Yekbûn: / yekb%c3%bbnofficial ...................................................................................... Jîyannameya Hunermend Yekbûn Yekbûn (Stranbêj, Aranjor, Bestekar, Çêker û Videograf) Li Stenbolê ji dayik bûye û ji Mêrdînê ye. Di 1989 de bi xwişka xwe amatorî dest bi muzîkê kir û dûre tev li Koma Çiya bû. Heya 1997-an de bi gelek şev, dawet, konser û festîvalan çalak xebitî. Perwerdehiya Muzîkê li Zanîngeha Marmara ya li Stenbolê stend. Li gelek saziyande dersa muzîkê da. Di sala 2002-an de yekemcar albûma xwe ya solo "Nirwana" derket li pêş guhdarvanên xwe. Li rêzêfîlmên tirkî "Ihlamurlar Altinda", "Esir Kalpler û Asi" bi dengê xwe beşdarî rêzêfilîman bû. Ji aliyê din, hinek muzîkên reklam û jenerîkan amade kir. Wekîdin muzîkên dansê ji bo Koma Govendê ya navenda çanda Dicle Firatê amade kir. Di sala 2007-an de xebata xwe ya hunerî ya duyemîn bi navê "Kejê" derket li pêşberî hezkiriyên xwe. Ji bo hinek stranan wekî (Were were, Cahiltî, Esîr kalpler, Kejê, Yar eman, Nikarim, Haro Baso, Şervana kurd im, Bejna bilind) klîp kişand. Li Zagros Tv bernama Aramo li "Mêvan Show" de wek derhêner û aranjor kar kir. Di Trt Kurdî de, "Strana Xwe Bêje" wek jûrî beşdar bû. Li Koreya Başûr li ser navê hukumeta Kurdistanê beşdarî festîvala Pusan ya filîman bû. Di sala 2013 de wê ji bo Zarokan albûmek çêkir û platformên dijital belav kir. Di sala 2014 albûma Dilop derxist. Niha li Almanya dijî. Li ser YouTube ê Li bernama Şahînetê him pêşkêşvanî kir him jî montaja bernamê amade kir. Diskografî 1992 "Koma Ciya - Rozerîn" 1995 "Koma Ciya - Dîlana Bê Sînor" 2002 "Yekbûn - Nirvana" 2006 "Ihlamurlar Altinda" rêzefilîm- tirkî) 2007 "Asî" (rêzefilîm- tirkî) 2007 "Yekbûn - Kejê" 2014 `` Yekbûn - Dilop ' 2014 `` Yekbûn - Zarok 2015 `` Bro omerî - Pesk` 2021 "Single" *Ava Eşqê *Yar Eman Serkan Tanık version *Frîşte ....................................................... Hun dikarin serdana rûpel û malperên KurTî TV jî bikin. https://www.kurti.tv / kurtitv ....................................................... Têbînî: Dirêjeka vê vîdeoyê a YouTube li her deverê dikare bête bikaranîn û belavkirin. Lê belê vîdeo bêyî destûra xwedanê vîdeoyê KurTî TV nayê daxistin û di amûrên dîtir yên Medyayê de nayête belavkirin.