У нас вы можете посмотреть бесплатно Dengbej Şakiro Dosto или скачать в максимальном доступном качестве, видео которое было загружено на ютуб. Для загрузки выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием видео, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru
#dengbêjşakiro #dengbej DOSTO Ax de lê lê lê lê lê lê... bê de lo lo lo lo lo lo... Sibe ye minê li dîharê Xano, di Mano, Malxas, Axadeve minê li dîharê Xano, di Mano, Malxas, Axadeve le ava Xano, di Mano, Malxas, Axadeve tê li orta Boçikmasûriyê, Zado, di Mado bi Şariyanê bir re daw dibîne, Mûradê ra li hev dikeve saet li şeşê di şevê bû mi dî destekî sar û cemidî nava singê û berê mi çîlê mi başê, mi bozê, mi beyazê mi deste goştê bû ji mi turê ezrahîlê kulê, melekê mewtê bû mi dî destê teresê Dosto bû pirte pirta zikê Dosto bû fenanî kalê cezebe da fenanî hirça di çile da fenanî gayê qetil û ecelê wî bê gidîno bizivire ji xwe ra li kêra xwe binêre lo lo Le Dosto rebeno sibe ye dilê mi kînekîn e zivistan e, çilê erbeîn e tu rabe kûzê avê ji mal bîne ser qurêneka derî da welgerîne derî veke bila neke di çirîne heft birayê mi hene çûne raw nêçîrê, li mal nîne pîre dayika mi, kalê bavê mi ketîne xewê hay ji bayê felekê tunîne tu rabe deste nivîn mi bi xwe ra bibe herem odesiya me ya tewra di jêrîne bikeve nava taxima sing û berê mi çîlê, mi başê, mi bozê, mi beyazê, mi deste goştê, gul û sosinê di xas baxçê bavê te da wisa nîne Le dosto digo de lê lê keçikê dilê min hatinê heye, qam û qidûmê çokê mi tunîne gava mi derî vekir derî dikire di çirîne minê Ezrahîlê kulê, melekê mewtê tev di pişta dêrî da dîne bîst û çar tamarê nav mila mi mirine tamara binê zimanê mi tenê wa dimîne Go le Dosto rebeno stêrka tu dibêjî stêrka sibê nîne, stêrka kawranqirîn e di orta wê û sibê da hê sê saet ji sibê ra ca dimîne ew gelek canik camêrê fananî te ji ber deriya ji pişt xaniya ji xwe ra dizivirîne go de lê lê keçikê dilê mi hatinê heye, qam û qidûmê çokê mi tunîne Go le Dosto rebeno sibeye vê sibengê eger tuyê têyî were gava tu nayê bi sonda temam ji te ra ca sond bixwim ezê ji te ra bi Horyan Baba kim bi Gurgur Baba kim bi Uryan Baba kim bi Gozel Baba kim Dede Mexsût, Dede Mirad kim Ocaxa erdê Bilîsê kim Mala Hecî Heyderî Kêrsê kim Şêx Ehmedê Amasiyê kim Bi Seydayê Taxê kim Şêx Eliyê Paliyê kim Şêx Şabedînê erdê Diyarbekirê kim ezê ji te ra bi Horyan Baba kim bi Gurgur Baba kim bi Uryan Baba kim bi Gozel Baba kim Dede Mexsût, Dede Mirad kim Ocaxa erdê Bilîsê kim Mala Hecî Heyderî Kêrsê kim Şêx Ehmedê Amasiyê kim Bi Seydayê Taxê kim Şêx Eliyê Paliyê kim Şêx Şabedînê erdê Diyarbekirê kim Ocaxa erdê Xirtê kim Şêxê Çoxreşiyê kim Mala Seydayê Nêhriyê kim Şêxê Tiloyî kim Şêx Eşûrê Erebî ewla seyîd e dostê Xwedê kim Şêx Badînê erdê Dignûgê kim Şêx Evdila şêxê Milazgirê kim Bi ocaxa Şêrwêranê, Gogoxlanê, Qizqapanê Şexsan û zaretê serê Kosedaxê, Gilîdaxê, etegê Sîpanê kim bi Încîla Îsa kim, bi Tewrata Mûsa kim bi Zebûra Dawid, bi Qurana ser çokê Mihemed Mistefa kim eger tuyê têyê were, gava tu nayê herçî sondê min sond xwarine berxê temamî xenîmê can û bedenê te û dê û bavê te bi lo lo.