У нас вы можете посмотреть бесплатно AYDİN - Bêriya Te Dikim Dayê (Stran Jiyane IV) 2021 или скачать в максимальном доступном качестве, видео которое было загружено на ютуб. Для загрузки выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием видео, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru
AYDİN Berhem: Wa Şehîd (Stran Jiyane IV) 2021 BÊRİYA TE DİKİM DAYÊ Dayîk ji xwedêva yeke Hemêza dê bihuşteke Xwedê kesî ji dê neke Bêriya te dikim dayê DÎSDOR Wek çiyabûm wergeriyam Windayande'li' te geriyam Tenayande'li' xwe gîriyam Bêriya te dikim dayê Ji şevên min bêhna te tê Hinavê min agir ketê Sotim kesera firqetê Bêriya te dikim dayê Deriyên xelkê'z' kirim kedî Gelek şerme'z' dikim fedî Min hemêza te têr nedî Bêriya te dikim dayê Gotin û Awaz: Hozan Aydin Neheim, 1993-Berlin, 2020 Pêşgotin: Gelî guhdarên ezîz, dîsa bi berhemeke ji stranên xwe ku bi babetên curbecur ez hestên xwe bi we re parve dikim. Wek tê zanîn ji ber şewba koronayê ev demeke dirêj e, ku mixabin li tevahiya cîhanê jiyan di bin bandoreke nerênî de û di xeteriyeke gelek mezin de didome. Ez jî wek alemê di mala xwe de mam, lê min ev nerêniya bi hestên hunerî dagerand erêniyê, spas ji xweda re!Min sê berhem amade kirin ku bi niyeta di sala 2021an de her sê berheman bigihînim we guhdar û hunerhezên hêja. Wek herdem bi hêviya ku hûn ê dîsa bi awayekî para dilê xwe jê werbigirin. Guhdarî xweş... Spasî: Di serî de spasiya herî mezin ji bo hevjîna min Samiye, ku di vê rê de tu caran ez bi tenê nehiştim, herdem bûye arîşena dilê min û her hêz daye hestên min. Di wêneyên vê berhemê de jî dîsa li pey min westiya û wek gelek caran keda wê gelek e. Sponsor Gelek spas ji bo hunerhez, hunerparêz û welatparêzên Kurd Nihat Yıldırım û Zeynel Çakar, ku dîsa ji bo vê berhemê jî bûn piştgir. Ez çavên wan û dilên wan xortên delal maç dikim. Deutsch-Kurdisches KulturInstitut Wek weqfeke çandî ku bi taybetî li Ewropayê, ji bona ku mafê huner û hunermendên Kurd biparêze hatiye damezirandin; hem parastina mafê min, hem bi parastina her awayî mafê vê berhemê û hem jî belavkirina vê berhemê hilgirt ser xwe. Spas ji bo vê saziya me ya nirxdar! Verastker û rêveberê vê berhemê Mizgîn Ayaz, xweyî kedeke mezin e bêguman, mixabin me bi zindî hîna hev nedîtiye, lê bi riya telefon û video gelek têkeliyên me çêbûn; muzîkjenekî baş û kêrhatî ye. Mirovek xweşsuhbet û devbiken e; xwedê kenan tu carî ji rûçikên wî kêm neke înşallah! Muzikjen: Derhênerê muzîkê: Mizgîn Ayaz Rîtm composer, Klavye, Tembûr, Şelpe, Sazbuş, Ribab, Lafta, Cumbuş: Mizgîn Ayaz Bas gîtar: Deniz İnal Klasîk gîtar: ilkan Pala Elektro gîtar: ilkan Pala Gîtara bê perde: Şervan Ayaz Ebow: Şervan Ayaz Bilûr: Serkan Yıldırım Ney: Serkan Yıldırım Mey: Zübeyit Çelebi Zirna: Serkan Yıldırım, Zübeyit Çelebi Klarnet: Onur Nazım Engin Keman: Şervan Ayaz Tambur: Şervan Ayaz Vokal: Ciwan Ayaz, Mizgîn Ayaz, Meryem Demirtaş Ayaz, Elif Algül STUDYO Studyo: Studio Rast, Studio Çatı Tonmaister: Taner Ersoy, Mizgîn Ayaz, Şervan Ayaz Mix Mastering: Mizgîn Ayaz, Şervan Ayaz Studyoya tomara deng: HA-SJS (Hozan Aydin-Stran Jiyane Studyo) [© 2021 Hozan AYDİN] Bibin endamê qenala me klîbên nû temaşê bikin... Daha fazlası için kanalımıza abone olun... https://bit.ly/2LDeWCA Bê destûr kopî kirin qedexe ye, hemû mafên vîdeo tê parastin... All rights reserved, copying without permission is prohibited... Lütfen videoları indirip kendi kanalınıza yüklemeyiniz ! YouTube tarafından telif hakları nedeniyle kaldırılacaktır. Her hakkı saklıdır, izinsiz kopyalamak yasaktır. [© 2021 Hozan AYDİN] Navnîşanên Hozan AYDİN a Sosyal Medya yê, Hozan AYDIN Sosyal Medya Adresleri, Hozan AYDIN Social Media Addresses: Instagram: https://bit.ly/39EmyzG Facebook: https://bit.ly/2P8ZcsG Twitter: https://bit.ly/2Pbaxsm Spotify: https://spoti.fi/33LUEOm Zimanê Kurdî rûmeta me ye, Kurdî biaxfin, Kurdî binivîsînin, Kurdî bixwînin û Kurdî guhdar bikin... #HozanAydin #BêriyaTeDikimDayê #StranJiyane Van hêjayan hestên xwe tev li vê berhemê kirin, hest û destên wan xweş, gelek spas! Wênekêşî Bi piranî wêneyên vê berhemê Türker û Ramî kişandin; dest xweş û spas ji bo herdu xortan, ez çavên wan maç dikim. Wêneyê bergê Osman (Foto Digital) kişand; dest xweş û zor spas. Dîsa pir spas ji bo stranbêjê dengxweş û dilpak Fatih Demirbağ ku ji bo wênekêşiyê bû sponsor. Grafîk: Hozan Aydin û Fundesign. Spas ji bo Fundesign û dest xweş! REDAKTION: Ciwan Tengezar. Zor spas ji bo keda Ciwan, ku di sererastkirina nivîsar ê de bû alîkar. Dest xweş! Gelek spas ji bo hemî kesan. Her kî ku keda wî/wê di vê xebatê de heye spas ji bo tevan. Hozan Aydin Web: / hozanaydin / hozanaydin / hozanaydinofficial / stranjiyane E-Mail: [email protected]