У нас вы можете посмотреть бесплатно Dengbêj Tahıro Şerê Xanzêrê или скачать в максимальном доступном качестве, видео которое было загружено на ютуб. Для загрузки выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием видео, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru
Dengbêj Tahıro bi kilameke popüler car dinjî bi weraye. "ŞERÊ XANZÊRÊ" Ji we re demeke xweş dixwazim. Slav û rêz , #tahıro #kurdishmusic #dengbej #kılam#dengbej #tahıro #kılam DENGBÊJ TAHIRO KÊYE? Gor vegotina Şerîfê lawê wî, bi navê xwe yê fermî Tahir Karahan, bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê, ji bajarê Xoyê ye. Navê kalikê wî Telo, navê pîrika wî jî Xezal e. Sê lawên Telo û Xezalê hebûne û ji wan yê navê wî Osman, di sala 1896an da hatiye dinê. Osman li gundê xwe yê bajarê Xoyê mezin dibe û li wir dizewice. Malbat ji Aşîreta Celalî ye û Celalî jî li ser herdu aliyên sînor di navbera Îran û Tirkiyê da derbas dibe, dijîn. Osman û jina xwe Xatun, di destpêka salên 1920an da, ji malbatê diqetin û bi komek Celaliyan ra berê xwe dide Bakurê Kurdistanê. Piştî derbasbûna ji sînor, Osman û Xatun terin li Entabê (Tutax) li gundê Xirbesor bi cîh dibin. Di dawiya salên bîstan da ji wan ra lawek dibe û ew navê wî Tahir lê dikin. Di nasnameya Tahiro da, bûyina wî ya fermî, wek ya pirraniya kurdan 01.01.1935 hatiye qeydkirin. Lêbelê gor gotina ku wî ji lawê xwe ra gotiye, ew piştî têkçûna serhildana Agiriyê ji Xirbêsor koçberî Qeraxliya Milazgirê bûne. Ew wê demê 4-5 salî bûye û rêwîtiya wan a li ser pişta ereba ga, çend roj kudandiye. Tahiro li Qeraxliyê bi du xweng û birayek xwe ra mezin dibe. Di 15-16 saliya xwe da xewnek dibîne û di xewna xwe da wek dengbêjek distirê. Sibetirê radibe xewna xwe ji xwengeka xwe ra vedibêje, piştî wê rojê jî dest bi dengbêjiyê dike û heta dawiya jiyana xwe, distirê. Tahiro, cara yekem bi keçikeka navê wê Sultan ra dizewice, di sala 1955an da dema wî ya leşkeriyê tê û tere du salan li ser sînorê Tirkiyê û Ermenîstanê, li navçeya Aralikê leşkeriyê dike. Leşkeriya wî diqede û vedigere Qeraxliyê. Herçiqas kare ku li gund bike, cotkarî û ajaldarî be jî, ew ji kar û barên malbatê dûr disekine. Di nav gundên herêmê da digere û dengbêjiyê dike.