У нас вы можете посмотреть бесплатно Çemê Sînaniyê | Xosrof Malool (Sal 1916) или скачать в максимальном доступном качестве, видео которое было загружено на ютуб. Для загрузки выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием видео, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru
Xosrof Malool di sala 1916an de li New Yorkê ev kilam gotiye û Columbia Records ew tomar kiriye. Jiyana Xosrof Malool: Xosrof Malool, stranbêj û muzîkjenê Suryanî ye. Ew wek yekem kes e ku di dîasporaya Osmanî de qeydên muzîkê çêkiriye. Xosrof Malool di sala 1884an de li Amedê ji dayik bûye. Bi eslê xwe Suryanî ye, lêbelê qet bi zimanê xwe stran negotiye. Dema Xosrof û malbata wî li Amedê dijîn, di navbera salên 1893-94an de, piştî nimêja înê li Amedê, hin gotegot derdikevin ku hin Ermenî û Suryaniyan dikanên esnafên misilman şewitandine. Ji ber van gotegotan, gelê misilman êrîşî dikanên Ermenî û Suryaniyan dike û wan dişewitîne. Ji wê rojê û şûnde, ew bazara li Sûrê Amedê wek Çarşiya Şewitî tê binavkirin. Piştî van bûyeran, hin malbatên Ermenî û Suryanî herêmê terk dikin. Xosrof pêşî çûye Mûsilê, li wir qeydên xwe yên yekem çêkirine, paşê ji Mûsilê çûye Helebê, ji Helebê çûye Marsîlyayê û di sala 1904an de çûye Amerîkayê û li New Jerseyê bi cih bûye. Li wir dikaneke fêkiyan vedike. Di sala 1908an de bi Hrepsme Malool re dizewice û du kurên bi navên Anton û Edward dibin xwedî. Di navbera salên 1913-1915an de serokatiya Komeleya Dibistana Neteweyî ya Suryaniyan dike. Di sala 1912an de qeyda xwe ya yekem a bi navê "Kurd Havası" çêdike. Berhemên wî ji hêla Oriental Records û Columbia Records ve hatine qeydkirin.