Русские видео

Сейчас в тренде

Иностранные видео


Скачать с ютуб MEMÛDÊ ELÎ - KER U KULIK в хорошем качестве

MEMÛDÊ ELÎ - KER U KULIK 2 года назад


Если кнопки скачивания не загрузились НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru



MEMÛDÊ ELÎ - KER U KULIK

KER Û KULIK Bê wî bicirîne, bicirîne, Hesen Axa, Emer Axa gazî file doxtor Likoyê bengzade dikîne, Defa hewarê dibîne koma Kekan û Mila wêlbat û malbatiya bicirîne, Fincanê ser zilfê zer datîne, Divê kî ku fincanê hilîne, here nava êla mîrê ereba, Newala Bêkesa, nav hezar heb misilmanî, Mihîna Bêcan bîne Perîşan xanimê helaliya Xwedê xwe ra wa distîne. De lo lo lo, Hesen Axa go Emer Axa, malxanîno, şêr nava me da tu nîn e, Here nava êla mîrê ereba, Newala Bêkesa, Divê mihîna Bêcan bîne Perîşan xanimê, helaliya Xwedê me distîne. De lo lo lo, Perîşanê go bavo, şêr nava me da hene, me haş pê tu nîn e, De tê cote kurê kafirê Silêmînê ji dîwanê du qewaza bişîn bira bîne. De lo lo lo, divê Hesen Axa, Emer Axa dikin dilezînin, Ji dîwanê du qewaza dişînin, qewazek jî makîn ber derî sekinîne, tew. De lo lo, Kuloy go Kero, şêroy mi qurbano, binêre ew kî ne ber dêrî sekinîne, Keroy go Kulo, şêroy mi qurbano, tu nizanî qewazê Hesen Axa ne mi dixwa- zin ji dîwanxanê ye. De lo lo, divê Kerê Kulê dike dilezîne, xwe koma Kekan û Mila, wêlbat û mal- batiya ra digehînin, Dinêrin şêwr û mesertên giran danîne, Kese hicûm nake fincanê hilde welgerîne, Here nava êla mîrê ereban Newala Bêkesa, Mihîna Bêcan bîne Perîşan xanimê, helaliya Xwedê xwe ra wa distîne. De lo lo, Kulo lêdide fincanê weldigerîne, Kulo go Kero, şêroy mi qurbano, bike bilezîne, Sosikê bikişîne, teng bera bişidîne rima wêşîn berda binikîne, Kilîtê derê sandoxê xîne, destê kincê qeldê birangê xwe ra bîne, Wisa bike rebena pîra dê nevîne, Gelek ecêbê giran serê me qewîmîne, zû bike Sosikê bîne. De lo lo, Keroy dike dilezîne, Sosikê dikişîne, teng û bera dişidîne, Rima wêşîn berda dinikîne, gava kilîtê devê sandoxê dixîne, Rebena pîra dê divîne. De divê Werdê go Kero, şêroy mi qurbano, ewa çi ye çi dimîne, Gotî nizanî Hesen Axa, Emer Axa, her şêrê te yê biçûke nezan e, Ber bi erebxala dişîne, sêr dikine, her şêrek şêrek te re qe ne mêr e. De lo lo, Werdê go Kero, serê min qurbano, Wez ê nifirekê bikim, bira dinê alem bibê wamî wamî, De bira Hesen Axa, Emer Axa xêrê wayê qe nevînîn, Warê wan reşbe, dergûşa kurîn ber hemêza xwe nevînîn, Genim biçînin zîwê dewsê hilînin, çawa herd şêrê mine biçûk e nezan, Ber bi erebxala dişînin, sêr dike her şêrek, şêrek mi ra qe ne mêr e. De lo lo o o, Kero we lê dike dilezîne, Xwe koma Kekan û Mila wêlbat û malbatiya ra digihînin, Kulo dîna xwe didê, rebena pîra dê divîne, Kulo got Kero şêroy min qurbano, ew çi ye çi bînîne, Keroy go Kuloy şêroy mi qurbano, rast e Perîşan e, Perîşan e, Qîza mîran e, hakiman e, serî keçel e, çavanê kor e, destanê seqet e, linganê topal e. De lo lo Kulo go Kero şêroy mi qurbano, rast e Perîşan e, Perîşan e, Qîza mîran e, hakiman e, qelenê wê garanê gundan e, Revoyê di hespan e, defê bi zêran e, heba stûnê di malan e, gemîxwîna serê mi her du bira ne. De lo lo Werdê goy Kulo, şêroy min qurbano, De hê zergelê xwe girêdane şeş şeşper e, Were hefsed siyarê Kekan û Mila bive xwe ra, Roj tê rojê, apê tey Nemetî xayîn e bi te ra. De lo lo Werdê goy Kulo, şêroy min qurbano, Te wê diçî Girê Bedela şewitî, Hêşargêr nîşangê şêrê min in, karê karxezala ber tûmanê hewşanê razayî ne, Sibê bîna bangê samê lê têye dive çîpeçîpa karî karxezala, Me bi heyfa Sosikê nedî pey e, kevirê çeqmaqê tûj e, lingê simbê Sosikê dibire, Roj tê rojê, we nava neyara dernaxin. De lo lo Werdê goy Kulo, şêroy mi qurbano, Tê wê Girê Bedela şewîtî derbas dibî diçî ser Kaniya Erebiyayê, Axangê wêla mîrê ereba, devengê gir û waza kirine mêrg û çîmana, Nebî tu talan û tûlanê devêngê gurî dixî navê mêrê çê ra şerm e tu tişt nîn e. De lo lo Werdê goy Kulo, şêroy mi qurbano, Tê wira derbas dibî, diçî ser avê gol û geniya, Tu birangê xwe va şevê nobet nobet razên, Bira hespê we dox û hefsarê xwe neqetînin, Neçin nekevine ser avê gol û geniya, Roj tê rojê, we nava neyara dernaxe. De lo lo Werdê goy Kulo, şêroy mi qurbano, Bis e ez ê nîşanê xalê te te ra bêjim, Heft xalê te ne, kurê Hesê Dûdê ne, Nola heft gurê di Xwedê ne, Bejnê da narincî ne, simbêlê wane reş e palikî ne, Kumê wane reş e devtûkî ne, simbêlê wane reş e palikî ne, Divê lêvê wane reş e qelişî ne, Bejnê wan çixan in Çerkeziyan e, Divê şûrê wane bala dikişîne bîstekê belengiya gura derbas kirine, De gava roja dikevin oxirmeyê giran, sê bira birê xwe ra dibine çerxçî ye, Şêrê xişîm dixapînin, zerdela şêrê xişîm dixînin ûrt ocaxê şêrê xişîm rûbarê dinê ditefînin. De lo lo Werdê goy Kulo, şêroy mi qurbano, Bis e ez ê nîşane hespê xalê te te ra bêjim, Hespê xalê te boz e, çînçînî ne, ser mi çar mîxa sekinîne, Nav tejî ne, guh kêvroşkî ne, rişmê serkelê wane şarî ne, gemê wane Diyarbekirî ne, Roja oxirmeyê giran, sê bira birê xwe ra dîsa dibine çerxçî ye, Şerê xişîm dixapînin zergera z şêrê xişîm dixînin ûrt ocaxê şêrê xişîm rûbarê ditefînin.

Comments