У нас вы можете посмотреть бесплатно Dengbêj Ayibê Mistefê(Eyüp Küçükömer/Küçükbayrak) - Emê Gozê или скачать в максимальном доступном качестве, видео которое было загружено на ютуб. Для загрузки выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием видео, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru
BIŞARÊ ÇETO "Bisarî kire gazî û got: Emo lawo were rayê! Heger tu têyî rayê, were rayê, Heger tu neyê rayê, Qesem dikim bi nave Xwedayî! Min hanîye vê sibê alaya hikumetê! Bi Cemîlê Biro, Alîyê Yunis Qewmê çiyê û canbêzarê Deşta Mûşe! Ma tu mar î, ku bi erdê ve bidebirî? Tu ne çûka ezmanî, tu bifirî! Qet û billeh çi felata te tune ye, Ji nav dest û lepên min e! EMÊ GOZÊ Emo bersivê dide û dibêje: Bişaro lawo! Ez Emo me, Emê Gozê me, Ez berxê dê, beranê bavo me, Ez qisasê sere mêrê çê me, Tu dizanî ku kuştina min heye, Lê tucarî reva min tune ye! Letê bi milletê! Pêr û mêzînê me, Derketin ji qubletê Şewq û şemala xwe havêtin Benda Bênderê Şewqa bavê Şemseddûn e! Gozê Dêya Emê Gozê bang dike û dibêje: Emo lawo! Tu vê sibê rabe, Derbekê berbide li bejn û bala Bişarê Çeto Bînbasîyê Romê pê re! Herçî nefîram e, Çavên malîya wan li rêya wan e, Ew gune ne! Heger tu vê sere sibê ranebî Derbekî bernedî li bejn û bala Bişarê Çeto û Bînbaşîyê Romê pê re, Bila ji heft rojan vê de, Şîrê pêsira min, Li te jehr û heram be! Zîyareta Qolî Babê, Şehîdê Zewê Tevde bi urd û ocaxê te vebide! (2010, Yılmaz)