У нас вы можете посмотреть бесплатно Rênas Jîyan - Berî Hûn Min Daliqînin (Deng: Mistefa Goren) [Jêrenivîs] или скачать в максимальном доступном качестве, видео которое было загружено на ютуб. Для загрузки выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием видео, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru
Rênas Jîyan - Berî Hûn Min Daliqînin Deng: Mistefa Goren Vîdyo: #AsoyaHelbestaKurdî "Ji bo bîranîna #HisênXizrî, Ramîn û hemû şehîdên Kurdistanê yên sêdarê" *Kesê di vîdyoyê da wêneyên wî dixuyin Majid Kavousifar e. Rênas Jiyan - Berî Hûn Min Daliqînin berî hûn min daliqînin ji min re qala genimên spehî bikin ew genimên ku qedera serê min û wan yek in ew genimên ku ji kerba min wê bi stûyên xwe devê tirpanan jê bikin berî hûn min daliqînin ji min re qala mêraniya serhildana genimên serjêkirî bikin! … û heger gulleyên we pirr bin cercûreke sax li ser hev berdin! berî hûn min daliqînin ji kîsê min an jî bi zêrên jina min ji min re kulmek heyateke çardehderb bikirin berî hûn min daliqînin heger hûn ê jî daxwaza min a dawîn ji min bipirsin te dî adet e tê pirsîn daxwaza min ev e, guhdarî bikin: herin û ew parîkê goştê sunnetkirina min bixwin! .. berî hûn min daliqînin çavên min vekin ez ji we re dibêjim çavên min vekin! ! ! û heger hûn mêr in li hundirê wan binihêrin! piştî we ez daliqandim bi şehweteke mezin tecawizî meytê min bikin serfiraziya xwe ya nemir bi şerabê û bi goştê meytê min î biraştî pîroz bikin! ez jahr im! piştî ku we ez xwarim li hespên xwe yên hesinî siwar bibin û bicehemin! … Rênas Jîyan ASOYA HELBESTA KURDΰ 6ê Adara 2019an TÊKILÎ Emaîl: [email protected] Facebook/YouTube: Asoya Helbesta Kurdî Twitter: @asoyahelbesta www.helbestakurdi.com