У нас вы можете посмотреть бесплатно Rênas Jiyan - Kok или скачать в максимальном доступном качестве, видео которое было загружено на ютуб. Для загрузки выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием видео, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru
Tên. Ji bo ku li darê dinyê, kokên me biqelihînin tên. Tên. Wek di zuhayê de şilavilên ku xwe li avê û wek di berfê de reşêleyên ku xwe li rêxê bigirin tên. Tên! Bê sebr û hedan in, di destekî wan de ferman û di yê din de tirpan, Bi salan e, talan e. Lê kokên mala bavê min ji kokên mêra ne… Beran e… Baran e… çi ji kê tê heger texsîr bike ne camêr lawê camêran e!.. Tên! Ji bo ku serê xewnên me bikurisînin û deqên li canê me bixeritînin tên. Tên. Wan xwe li bela û qeşê, li mirin û seqemê girtine û tên. Bila bên! her seqem an jî her pûkê, serê her çiyê an jî serê her sûkê, ji bo me hembêza bûkê. Tên. Ji bo ku li darê dinyê, kokên me biqelihînin tên. Bihêlin bila bên. Hay ji wan heye ku bi dobelanan re şer dikin û Kengî dilê wan bixwaze wek ecûrê ku Ji lemê tê hilqetandin wê serê me ji erdê hilqetînin. Lê wê şûşî erdê bibin. Kokên me di kêvir de şûr in. Ev mage, heta ku ji serê xwe derbê nexwin aqil nagirin. Ji lew re, a baş, şabaş ji lawê azadiya seglawî re, şabaş! şabaş ji qîza qedera por-hinnekirî re, şabaş! Qeraş, Tên! Ji bo ku hestiyên me bihêrin. Tên! Ji bo ku di nav xwîna me de masiyan bigirin Û keştî-kaxezên xwe biavjenînin tên. Tên. Ji bo ku li van erdan êşa bêkokiya xwe ji bîr bikin tên. Tên. Bi çargavan, bi dîrok û derewên bêbavan, bi çapemenî û taqemeniyên bicizbêketî, Bi hetîketî û ji serî heta binî ji rûmetê şûştî, tên. Tên bi diranên fîq, bi kenên hîqehîq Bi paletên tanqên xwe yên zîqezîk tên. Dev ji wan berdin bila bên. Bila bên û li vê axê di nav kokên me yên fireh û kûr de xerq bibin. Ne ehlê Xwedê ne heq dikin… 📚 Ji bo xwendina tevahiya helbestê hûn karin li pirtûka "Diêşiya"yê binêrin. Twitter (fermî): https://twitter.com/renasjiyanrenas?s... Instagram: ciruskizm Facebook(fermî): / renasjiyan Spotify: https://open.spotify.com/show/4YloAKE... #rênasjiyan #helbest #kurdistan #اربيل #مهاباد