У нас вы можете посмотреть бесплатно Helwêst Kerîm: Têkoşîna jinan ya li Rojava di asta herî bilind de bû или скачать в максимальном доступном качестве, видео которое было загружено на ютуб. Для загрузки выберите вариант из формы ниже:
Если кнопки скачивания не
загрузились
НАЖМИТЕ ЗДЕСЬ или обновите страницу
Если возникают проблемы со скачиванием видео, пожалуйста напишите в поддержку по адресу внизу
страницы.
Спасибо за использование сервиса ClipSaver.ru
Aktivîst Helwêst Kerîm derbarê serferberiya ji bo Rojavayê Kurdistanê got; “Rewş zehmet bû, lê gel xwedî îradeyek bihêz bû, têkoşîna jinan ya li Rojavayê Kurdistanê a ji bo parastina xaka Kurdistanê, di astek bilind deye. Divê bihevre piştgiriya Rojava bikîn.” Ji ber êrişên çeteyên Colanî, DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker yên li ser Rojavayê Kurdistanê seferberî hatibû ragihandin. Lewma li seranserê Kurdistanê gel li qadan bûn û gelekan berê xwe dabûn Rojavayê Kurdistanê. Yek ji wan kesên ku tevlî seferberiya ji bo Rojava bûyî, aktivîst Helwêst Kerîm bû, Helwêst Kerîm derbarê mijarê de ji ajansa mere axivî. Helwêst Kerîm destpêkê got ku ew piştî seferberiyê çû Rojavayê Kurdistanê û got; “Dema ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dibin dagirkerî û metirsiyek mezin de bû, weke jin diviya ba em jî xwedî helwest ban. Lewma ji Başûrê Kurdistanê em jî tevlî seferberiyê bûn. Tevî rewş gelek zehmet bû, lê gel xwedî moral û îradeyek bihêz bû. Di heman demê de xwepêşandanên ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê gelek baş bûn û cihê kêfxweşiyê bû.” Helwêst di dewama axaftina xwe de behsa pêşengtiya jinan ya di berxwedana Rojavayê Kurdistanê de got; “Ya ku balkêş pêşengtiya jinan bû, li her kolanekê jin dihatin dîtin û çek di destê wan de hebûn. Parastinê dikirin, ev yek mînakek bê wêneye û diyar bû ku jin di dema şer û aştiyê de jî pêşengtiyê dikin. Lewma têkoşîna jinan ya li Rojavayê Kurdistanê, di asta herî bilind de bû. Ev yek jî encama rêveberiya xweser û şoreşa jinan bû. Lewma îro jî li ser asta cîhanê xwedî li vê têkoşînê derdikevin.” Helwêst herî dawî jî got; “Hemû sîstemên dîkdator ji hêza gel ditirsin, ya ku îro Kurdan lihev komkir, xak û netewe û divê ev yek were parastin. Divê hemû partî bê cûdahî piştgiriyê bidin Rojavayê Kurdistanê. Niha ji bo gelê Rojava ya herî girîng yekîtî û alîkariye, çi qasî pêdawîstiyên jin, zarok û derman bigihi Rojava, ewqas başe.”